Daristanên Dêrsimê ji 18ê Tebaxê ve dişewitin

Ji du hefteyan zêdetir e ku daristanên Dêrsimê dişewitin

Dêrsim (K24) - Ji du hefteyan zêdetir e ku daristanên Dêrsimê dişewitin. Li gorî ragihandina parêzgeriya Dêrsimê li sê xalan agir hat temirandin û ji bo ku şewata li Geliyê Munzurê jî bê temirandin  bi şev û  roj ji bejahî û hewa ve xebat berdewam dikin. Lê parlementerên Partiya Komarî ya Gel (CHP) û şaredarê Dêrsimê û welatî rexneyan li rayedarên dewletê digrin û dibêjin; diviyaba wekî  xebatên temirandina şewata li bajarên Herêma Deryaya Naverast ji hewa ve mudaxale li şewata Çiyayên Dêrsimê jî bê kirin.

Xwazaya bajarê Dêrsimê ji 18ê Tebaxê ve dişewite.  Di vî agirî de bi hezaran cûreyên daran şewitîn, ajal telef bûn. Agir bi saya bayê zû belav dibe. Kontrolkirina agir ji bejahî ve zehmet e. Welatiyên xwebexş û tîmên saziyên fermî hewla temirandinê didin lê xebata wan têra temirandina agir nake. Parlementerên CHPê jî li cihê bûyerê ne. Şaredariyên CHPê dê tîmên alîkariyê û wesayitan bo Dêrsimê rêkin. Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba, rexneyan li hikûmetê digre û dibêje; diviyabû bi balafir û elîkopteran mûdaxaleyeke zêdetir bihata kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba ji K24ê re diyar kir: “Divê bi balafir û helîkopteran jî mudaxale bê kirin. Dêrsim ne bajarê welatekî din e. Ew parêzgeriyeke Komara Tirkiyeyê ye. Li vê derê afateke xwezayî heye. Divê wezîrên hikûmetê bêne vêderê jî. Divê wesayitên hewayî yên agirtemirandinê bêne vêderê jî. Dê şaredariyên me bi personel û wesayitan li hawarê werin.”

Temirandina agirê li cihên bilind zehmettir e. Welatiyên xwebeş, wekî çiyageran di nava zehmetiyên mezin de enxac di demjimêrekê de dikarin bigihin agir. Tîmên xwebeş û fermî di nava hewayê gerim û dûkêlê de hewla temirandina agir didin. Dema ku dibe şev ew jî neçar dimînin ku vegerin bajêr. Welatiyên xwebeş bang li rayedaran dikin ku ji bo temirandina agirê li Çiyayên Dêrsîmê hewlên zêdetir bidin.

Welatiyê bi navê Kenan diyar kir: “Em wekî xwebexşan kom bûn û hatin. Rewş gelek xirab e. Hin ji me ji Elezîzê, hin ji Stenbolê hatine. Ji ber bayê kontrolkirina agir zehmet e. Dêrsim li ber çavên cîhanê dişewite.”

Huseyîn Akkuş jî dibêje: “Ez ji navçeya Pilûrê me, lê li Stenbolê dijîm. Ji bo ku beşdarî xebatên temirandina agir bibim 16 demjimêran rê hatim. Ji ber bayê em nikarin agirî kontrol bikin. Divê ji hewayî ve muxadale bê kirin.”

Herwiha welatiyê bi navê Şiyar jî dibêje: “Ji bo ku agirî bivemirînin em hatin. Lê tu feydeyê hêza mirovan tune ye. Ji ber bayê pêtên agir gelek bilind dibin. Bila rayedar dengê me bibihîsin û li hawara me werin.”

Welatiyên xwebeş yên ku bi rojane bi derfetên xwe hewla temirandina agir didin ji ber mudaxaleya kêm ya ji hewa ve protesto bikin bi amurên agirtemirandinê bo demeke kurt rêya Dêrsim û Pilûrê ji hatûçûnê re girtin. Ji bilî Dêrsimê; li navçeya Lîce ya Diyarbekirê, li Mûşê, li navçeya Tetwan a Bedlisê, li hin deverên Bingol û Mereşê jî agir girte daristanan. Rêveberiya Giştî ya Daristanan ragihand ku piraniya şewatan hatine temirandin û ji bo şewatên berdewam jî bên kontrolkirin xebat didomin.