Li Herêma Kurdistanê bikaranîna sîmkartên bê nasname hat qedexekirin
Encûmena Wezîran biryar da ku bikaranîna sîmkartên bê nasname were qedexekirin.
Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 1ê Îlona 2021ê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û çend mijarên girîg gotûbêj kir. Yek ji wan mijaran bikaranîna sîmkartên bê nasname bû.
Di civîna îro ya Encûmena Wezîran de yek ji mijarên ku hat gotûbêjkirin, sîmkartên bê nasname û bê tomar bû.
Encûmena Wezîran biryar da ku bikaranîna wan sîmkartan were qedexekirin û daxwaz ji şîrketên mobayl jî hat kirin pabendî wê yekê bibin.
Li gorî biryarê, êdî divê her sîmkart li ser navê xwediyê/a xwe were tomarkirin.