Wezareta Perwerdeyê du bijardeyan datîne pêş malbatên xwendekaran

Xwedekar dikarin li dibistanan bi awayê asayî bixwînin, hem jî dikarin bi awayê “online” bixwînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê aşkere dike, ji proseya perwerdeyê ya îsal, du bijarde li pêş xwediyê xwendekaran hene, zarokên wan dikarin li dibistanan bi awayê asayî bixwînin, hem jî dikarin bi awayê “online” bixwînin.

Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd ji K24ê re ragihand, bi despêkirina proseya perwerdeyê re, du bijarde li pêş xwediyên xwendekaran hene, zarokên wan dikarin li dibistanan û bi awayê asayî bixwînin, hem jî dikarin bi awayê “online” bixwînin. Divê jî ew di heyama 14 rojan de jî biryarê bidin.

Diyar kir: “Xwendekarên dixwazin bi awayê online bixwînin, ezmûnên wan li dibistanan dibe. Herwiha divê pêwendiya wan a berdewam bi rêveberiya dibistanê re hebe, ji bo agahdarî rênimayan bibin.”

Wezîrê Perwede got: “Me ew her du bijarde danîn, ji ber ku em di serdema Koronayê de ne. Girtina dibistanan ziyaneke mezin digihîne sektora perwerdeyê. Di heman demê de jî me maf da malbatan jî ku ewên naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanan, dikarin online bixwînin.”

Li ser egera girtina dibistanan jî, Wezîrê Perwerde got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê re ye, proseya perwerdeyê li nava dibistanan be, lê ji bo her egerekê, Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dê biryarê bide.”

Diyar kir jî: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar daye, wek sala borî 3 milyar Dînar ji bo Wezareta Perwerde were xerckirin, ji bo amadekirina navendên xwendinê û dabînkirina pêwîstiyan.”