Li Merîwanê di bûyereke çûnûhatinê de 14 kesan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Palneganê yê Rojhilatê Kurdistanê di bûyereke çûnûhatinê de, 14 kesan canê xwe ji dest dan.
li gor zanayriyan, li gundê Palneganê yê ser bi Merîwanê ve basekê ji rê derket û wergeriya, di encamê de 14 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.
Kesên di basê de, armanca wan serdana mezargeha “Weysî Qerenî” ya li Kirmanşanê bû, lê li nêzîkî gundê Palneganê wergeriya.