Hikûmeta Herêmê nirxê elektirîkê ji nanxaneyan re kêm kir
Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxê elektirîkê ji bo nanxane û semûnxaneyan kêm kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, nirxê elektirîkê ji bo nanxane û semûnxaneyan kêm bike.
Li gor nivîseke Wezareta Elektirîkê ku îmzeya Wezîrê Elektirîkê li ser e tê de hatiye, bi fermana Serokatiya Encûmena Wezîran ya hejmar (10202), ji ber berjewendiya gist û kontrolkirina nirxê nan bi sedî 20 ji nirxê elektirîkê ji tevahiya nanxane û semûnxaneyan re hate kêmkirin.
Di wê nivîsê de hatiye, ev biyar ji roja 1/9/2021 ketiye ware cibicîkirinê û bi hevahengiya ligel Wezareta Pîşesazî hatiye girtin.