Li Hewlêrê projeyeke berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê hat vekirin
Parêzgarê Hewlêrê di vekirina projeyê de destxweşî li îdareya dibistanê kir.
Hewlêr (K24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand; bi amadebûna Wezîrê Elektrîkê û Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê, projeya berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê hat vekirin.
Projeya berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê li Dibistana Cambridge a Navdewletî ya li bajarê Hewlêrê, bi madebûna Wezîrê Elektrîkê û Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê hat vekirin.
Di daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê de hat ragihandin ku şiyana berhemanîna vê projeyê 230 kîlowatt elektrîk e.
Parêzgarê Hewlêrê di vekirina projeyê de destxweşî li îdareya dibistanê kir û ragihand: “Em weke parêzgarî piştgirî didin hemû projeyên bi vî rengî, pêkanîna vê projeyê, tenê dabînkirina elektrîkê ji bo dibistanekê nîne, di heman demê de parastina jîngehê ye jî, tevî vê ji aliyê aborî ve sûd wergirtina ji keş û hewa û jîngeha Kurdistanê ye, ku di gelek waran de dikarin sûdê jê werbigrin.