Çalakiya çavdêriya asman li kelha Zêrzivanê hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Piştî ku li Kela Zêrzîvanê lêkolîn û kolandin dest pê kirin, arkeolog û pispor bal kişandin ku li gel berhemên ku derdikavin û dîrokê ronî dikin, diyar jî dibe ku ji aliyê lêkolîn û çavdêrîyên asimanî ve jî kela Zêrzîvanê xaleke girîng e ku berê jî lê bizavên asimanî hatin çavdêrî kirin. Loma jî îsal çalakiya çavdêrîya asimanî li Zêrzîvanê tê kirin.

Kela Zêrzîvanê êdî ne tenê ji ber ku ciyekî dîrokî ye û yekem ayînxaneya Mîtrasê lê ye, bi taybetiya xwe ya ku çavdêrî û lêkolînên astronomî re guncav e û çavdêrî kirina bizavên asimanî jî balê dikşîne. Îsal yekem car çalakiya çavdêrîkirina asîman li Diyarbekirê hat lidarxistin ku her sal ev çalakî li Antlayayê dihat kirin.

Erdem Aytekîn pisporekî Fizîk û astronomiyê ye û di çalakiyên çavderiyên asimanî yên li Tirkiyeyê de hersal peywirdar e, balê dikşîne ku beriya çavderî kirina bizavên asimanî, pêwiste ku mirov, asiman nas bike, ku ka kijan stêrk û gerstêrk li ku derê ne da ku bizane li çi teşame dike.

Pisporê Çavderiyên Asmanî Erdem Aytekîn ji K24ê re got: “Çalakiyên çavaderiya asimanî gelek balê dikşînin û her sal vê çalakiya hanê li Antalyayê dihat kirin. Îsal yekem car li Diyarbekirê tê kirin, emê jî hem asiman bi beşdaran bidin nasîn, hem jî ji bo ku bizavên asimanî bi teleskopan bibinin alîkar bibin. Teleskopekî dema jupîterê bibine ya din dê vanusê bibîne. Di avn çalakiyan tîrêj û bizavên ku 2 milyon sal berê destpê kirine jî tê dîtin û loma jî şahî û çalakiyeke gelek bi kelecan û balkêş e.”

Yekem Çalakiya Çavdêriya Asiman ya li Kela Zêrzîvanê bi beşdariya Wezîrê Pişesazî û Tenlojiyê yê Tirkiyeyê Mustefa Varank û Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû dest pê kir. Mustafa Varank ragihand ku êdî dê her sal ev çalakî li zêrzîvanê bê li dar xistin û anî zaman ku teqrîben hezar kes jî bajarên din yên Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê di çalakiyê de amade ne.

Melîkê Suleymanoglû jî, ji bajarê Dîlokê ye û yekem car e ku hatiya Diyarbekirê û Zêrzîvanê. Melîke bi heyranî û pesindarî behsa vê serdana xwe kir û anî ziman ku Zêrzîvanê, taybetmendiyên xwe yên cudareng bi mirovan dide hêst kirin.

Melîke Sulêymanoglû got: “ambiyanseke wisa li vir heye ku bi mirov ji rêçên dîrokî û mîstîk hêstan dide hêst kirin. Çalakiya çavdêriya asimanî jî kelecaneke din e. Ji zarokatiya xwe ve meraqa astronomi û asiman dikim, peydabûyîna derfetên wiha ku em hem di derheqê asiman û stêrkgerî de fêrî agahiyan bibin û hem jî wan bibînin gelek girîng e. Bi saya derfetên wiha em ciwanên ku meraqa me heye dikarin xwe baştir di beşên cuda de bigihînin û bipêş bixin.”

Çalakiya çavdêriya asîman li keleya Zêrzivanê dê di navbera 2 û 4’ê Tebaxê berdewam be û hat ragihandin ku dê êdî her sal jî ev çalaki li Zêrzîvanê bê li dar xistin.