Li devera Soran du xort ji ber kêşeyeke civakî hatin kuştin

Du kes li havîngeha Cindiyan a li sînorê navçeya Riwanduz hatin kuştin, li gor zanyariyan, di navbera wan de kêşeyeke civakî hebûye.

Hewlêr (K24) – Du kes li havîngeha Cindiyan a li sînorê navçeya Riwanduz hatin kuştin, li gor zanyariyan, di navbera wan de kêşeyeke civakî hebûye.

Berdevkê Polîsê Soran Şemal Dêwarî ji K24ê re ragihand: “Derengê şeva borî ji aliyê beşa polîsê Riwanduzê em hatin agahdarkirin ku bûyereke kuştinê li havîngeha Cindiyan rûdaye, piştî bûyerê hêzên polîs gihiştin cihê bûyerê, derket holê ku du kesên bi navê S. A. H û R. H. A destdirêjiya gulle li wan hatiye kirin û mixabin canê xwe ji dest dane.”

Şemal Dêwarî herwiha eşkere kir: “Lêpirsîna li ser bûyerê dest pê kiriye û li ser fermana dadwer termên wan bo bijîşkê dadî hatin şandin.”

Çavkaniyekî agahdar ji K24ê re ragihand: “Ev bûyer ji ber kêşeyeke civakî bûye.”