Li zanîngehên Tirkiye û Bakur perwerdehî dest pê kir

Li zanîngeha Dîcleyê ji ber rîska pandemiyê dê demeke din jî perwerehî online bê kirin

Zanîngeha Dicleyê - Diyarbekir
Zanîngeha Dicleyê - Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li zanîngehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê perwerdehî dest pê kir. Li gel ku îsal dê perwerdehî rûbirû bê kirin, dê li gor rewşa pandemiyê, perwerdehiya online jî hevaheng wek alternatif bê bikaranîn. Bi taybet ji ber ku li Diyarbekirê belavbûna vîrusê di asteke metirsîdar de ye, dê perwerdehî online dest pê bike.

Îsal li zankoyên Tirkiyeyê û Bakur perwerdehî rûbirû tê kirin, lê bi taybet zanîngeh û hin beşên zaningehan dê karibin lı gor rewşa rîska pandemiyê biryarên xwecîh jî bidin. Li gel ku li zaningehên din perwerdehî rûbirû destpê kir, li zankoya Dîcleyê ya Diyarbekirê perwerdehî online dest pê kir.

Li zaningehan dê di werzê nû yê îsal de, li gor pandemiyê û bergiriyên pandemiyê perwerdehiya rûbirû bê kirin. Li ciyên girtî; parastina mesafeyê, bikaranîna maskeyan û bikaranîna perpûnê (vaqsînê) bergiriyên serekî ne. Lê li gor ku rîska belavbûna vîrusê zedebibe jî, dê hin beşên zaningehan û hin zanko bi giştî bikarin biryara perwerdehiya online jî bistînin.

Hêjayî gotinê ye ku ji aliyê saziyên sivîl û civakî ve jî perwerdehiya rûbirû hem li zanîngehan hem jî li dibîstanan girîng tê nirxandin û bal tê kişandin ku perwerdehiya online dibe sedem ku zarok û ciwan paş de bimînin. Loma jî daxwaz dikin ku bi palnsaziyeke li gor ku bergiriyên pandemiyê bên girtin perwerdehî rûbirû bên kirin.