Sibe li Herêma Kurdistanê proseya perwerdehiyê dest pê dike

Wezîrê Perwerdehiyê ji dayîk û bavên xwendekaran daxwaz dike ku di cîbicîkirina rênimayên tendirustiyê de alîkariya mamosteyan bikin.

Xwendekarên dibistaneke Hewlêrê
Xwendekarên dibistaneke Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Li Herêma Kurdistanê sibe proseya perwerdehiyê dest pê dike û Wezîrê Perwerdehiyê ji dayîk û bavên xwendekaran daxwaz dike ku di cîbicîkirina rênimayên tendirustiyê de alîkariya mamosteyan bikin.

Wezîrê Perwerdehiyê Alan Hemeseîd ji rojnamevanan re ragihand; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îsal jî sê milyar dînar ji bo piştevaniya dibistanan terxan kir û di serdema kabîneya nehem de 600 dibistan hatin nûjenkirin û 50 dibistanên nû jî hatin vekirin, lê belê hîn jî pêwîstiya me bi dibistanên zêdetir heye.

Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê di nivîsekê de li ser destpêkirina proseya perwerdehiyê çend rênima arasteyî rêveberiyên giştî kir.

Biryarên Wezareta Perwerdehiyê li ser destpêkirina xwendinê:

1 – Lijneyên hemahengiyê di navbera Tendirustî û Perwerdehiyê de bi serperiştiya parêzgar û serperiştyarên îdareyên serbixwe dê werin aktîvkirin ji bo hemahengî û karên pêwîst.

2 – Bikaranîna maskeyan ji bo îdare û mamoste û fermanber û xwendekaran li hemû navendên perwerdehiyê neçarî ye, di her rewşeke dijî vê de rêveberiyên perwerdehiyê yên navçeyan rêkarên pêwîst dê cîbicî bikin.

3 – Wek qonaxa yekem, Wezareta Perwerdehiyê 2 milyon û 500 hezar maske û 50 hezar dezenfektan dabîn kirine ji bo navendên xwendinê yên hikûmetê, divê bi ser navendên xwendinê de werin dabeşkirin.

4 – Wezareta Tendirustiyê di dabînkirina vaksînê û taybetkirina navendên lêdana vaksînê, erkê xwe cîbicî kiriye, divê bi bernameyeke çalaktir, hemahengî were kirin û ji bo parastinê, stafa îdare û mamosteyan vaksîn werbigrin.

5 – Piştî biryara vekirina firoşgehên dibistanan, divê hemû mercên tendirustiyê û rêkarên xweparastinê cîbicî bikin û kesê li firoşgehê bixebite vaksînê werbigre û maske bi kar bîne.

6 – Divê stafa îdareyên navendên perwerdehiyê ji destpêka sala nû ya xwendinê bi her mekanîzmayekê guncaw bibînin, pêwendiyên wan ligel mezinên zarok û xwendekaran çalak bibe ji bo her şîret û raspardeyan ji bo cîbicîkirina rênimayên xweparastinê.

7 – Bi mebesta silametî û parastina zarok û xwendekaran li navendên perwerdehiyê, divê stafa îdare û mamosteyan, ji destpêka sala perwerdehiyê ve rola xwe bilîzin di şîret û hişyarkirina zarok û xwendekaran de li ser çawaniya rêkarên xweparastinê bi awayekî perwerdehî ku armanc dayîna hişyariyê be, ne ku dirustkirina tirf û bizdandinê.

8 – Rêveberiyên giştî yên perwerdehiyê hemahengî bikin ligel rêveberiyên giştî yên tendirustiyê, da ku li navendên xwendinê bijîş û karmendên tendirustiyê yên pipor li ser xweparastinê rênima û şîretên tendirustiyê pêşkêşî zarok û xwendekaran bikin, ji bo vê mebestê, divê ev kar di çarçoveya plana nivîskî de be ji aliyê perwerdehiya navçeyê û navendên perwerdehiyê li ser navê mufetîş û roj û dema hatinê, werin agahdarkirin.

 

Fly Erbil Advertisment