Mesrûr Barzanî budceyek ji bo parastina şûnwarên Kurdistanê terxan kir

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê armanc dike, piraniya cihên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê bixe rêza şûnwarên cîhanî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser razemediya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, salane 900 milyon Dînar ji bo vejandina sektora şûnwarnasiyê tê veqetandin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî ragihand, ji heyama deh salan ve û ji ber qeyrana darayî, nehat karîn budceyeke pêwîst ji bo sektora şûnwarnasiyê bihata danîn.

Sasan Ewnî got: “Niha Serokwezîr razemendî nîşan da, ji bo salane 900 milyon Dînar ji bo vejandina sektora şûnwarnasiyê were terxankirin.”

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê destnîşan kir, ew 900 miliyon Dînar dê sektora şûnwariyê li Herêma Kurdistanê biparêze û vejîne.

Destnîşan kir jî, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê armanc dike, piraniya cihên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê bixe rêza şûnwarên cîhanî.

 

Fly Erbil Advertisment