Bi zêdetir ji 2 milyar Dînar bendava Dêwane tê avakirin
Bendava Dêwane li ser çemê Dêwane, yek ji projeyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya girîgîpêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çavkaniyên avê û dirustkirina bendavan de, zêdetir ji 2 milyar Dînar ji bo projeya bendava Dêwane hat veqetandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê razemendî li ser xerckirina 2 milyar û 174 milyon û 78 hezar Dînar ji bo projeya bendava Dêwane da.
Pereyên projeyê bi awayekî nextî û qonax bi qonax li ser budceya weberhênana Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên avê dê werin xerckirin.
Bendava Dêwane li ser çemê Dêwane li başûrê rojavayê Derbendîxanê dikeve, yek ji projeyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Benda Dêwane 422 metro li ser asta rûyê deryayê bilind e û dikare 21 milyon metro sêcar e avê li pişt xwe kom bike.