Li Diyarbekirê hefteya werzişê ya Ewropayê dest pê kir

Di çarçoveya Hefteya Werzişê ya Ewropayê de li ser Pira Deh Derî çalakiyek werzişê hat li darxistin.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di çarçoveya Hefteya Werzişê ya Ewropayê de li ser Pira Deh Derî çalakiyek werzişê hat li darxistin. Di Çemê Dîcleyê de Pêşbaziya Raftîngê hat li darxistin û werzişkaran jî bi govendê pêşwazî li hefteya werzişê kirin.

Di Çarçoveya Hefteya Werzişê ya Ewropayê de li Diyarbekirê ser Pira Deh Derî organîzasyonek hat li darxistin û bi rêrismekê pêşwazî li Hefteya Werzişê Ya Ewropya hat kirin. Di merasîma vekirinê de Serşewirmenda Serokomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhan, Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû, Parlementera Ak Partî Ya Diyarbekir Oya Eronat beşdar bûn û bal kişandin ser giringiya werzişê û amaje kirin ku divê xwezaya Diyarbekirê ya ji bo werzişê guncav e baş were bikaranîn. Serşewirmenda Serokomar Gulşen Orhan anî zimên ku werziş bo civakê gelek girîng e û divê di warê werzişê de derfetên baş werin pêşkêşkirin.

Serşewirmenda Serokomar Gulşen Orhan ji K24ê re diyar kir: “Em dixwazin zarok werzişê binasin, civakê binasin, xeber bidin û hev binasin. Bila çalakiyên werzişê yên xwezayê yên cuda binasin. Bila werzişê, muzîkê û çandê binasin û li hev bicivin.”

Di organizasyona Hefteya Werzişê Ya Ewropayê de ji bajarên wek Şirnex, Colemêrg û Wanê tîmên raftîngê bo pêşbaziyek teybet di çemê Dîcleyê de xwenîşandanek kirin. Di pêşbaziya raftîngê ya Çemê Dîcleyê de hem tîmên Jinan ên raftîngê û hem jî tîmên mêran ên raftîngê ketin nava rikeberiyê de. Di dema rikeberiyê de werzişkar li gel tîmên xwe ji bin Pira Deh Derî derbas bûn û ev çalaki rastî eleqeyeke baş hat. Werzişkaran keyfxweşiya xwe bo beşdariya pêşbaziyê anîn zimên û amajekirin ku ew dixwazin navbera tîmên Diyarbekir û tîmên bajarên wan de hatin çûn zêdetir kirin da ku xwezaya hevdû bêhitr binasin.

Werişkarek diyar kir: “Em îro ji Bêşebapa Şirnexê hatin Diyarbekirê. Di bin pirê de me rafting kir. Me demek xweş derbas kir. Diyarbekirê mazuvaniyek baş li me kir.”

Herwiha werzişkarekî din jî got: “Em ser navê Şirnexê hatin, hefteya werzişê ya Ewropa ye. Li hemû bajaran tê pîrozkirin.”

Hefteya Werzişê ya Ewropayê ku 23yê Îlonê dest pê kir dê heta 30ê Îlonê bidome. Di dawiya Şahiya Hefteya Werzişê Ya Ewropayê de tîmên raftîngê yên beşdar xelat wergirtin û werzişkaran piştî rêrisma dayîna xelatan li ser Pira Deh Derî wêne kêşandin û bi cil û bergên xwe yên werzişê govend girêdan.