Li deşta Rihayê çinîna pembû dest pê kir
Li deşta Rihayê cotkarên pembû îsal bi berhemdayîneke baş çinîna pembû dikin
Diyarbekir (K24) – Li deşta bajarê Rihayê berhevkirin û çinîna pembû dest pê kir. Li gel ku li Bakurê Kurdistanê îsal hişkesalî serwer bû, lê bi saya avdanê berhemdayîna îsal ya pembû bi dilê cotkara ye. Bi hatina werzê berhevkariyê re jî, karê çinîna pembû dest pê kir.
Li deşta Rihayê bi taybet jî li devera Pirsûsê îsal cotkar ji berhemdayîna pembû razî dest bi berhevkirina pembû kirine. Piştî ku bi makîneyên çinîna pembû, berhemkarî tê kirin, yên bermayî jî bi destan tên berhev kirin.
Hayatî Esen ku ji zarokatiya xwe ve, li ser van zeviyan çandinî dike jî, balê dikşîne ku berê av kêmbuye û çandina wan jî kêmbû ye. Lê bi hatina avê re û bi makîneyên çinînê; ew êdî dikarin bi dehan dor erd pembû bajon û îsal jî, ji rekolteya pembû gelek razîne.
Cotkar Hayatî Esen ji K24ê re got: “Me berê li ser 10 dor erd dikarî çandin bikin, ji ber ku av tunebû, me bîrên avê avdan dikir û av jî Kêm bû. Piştî ku ji bendava Ataturk av dane me, em diikarin bi sedan dor erd jî biçinin. Me berê pembû jî bi destan berhev dikir, lê niha makîne hene û her tişt li gor berê bi makîneyan hêsantir bûye. Avdan, dermankirin, gubrekirin û çandin hemû hêsantir bûne.”
Cotkar balê dikşînin ku xercên cotkaran gelek zêde bûne û dema ku rekolteya berheman kêm bibe jî, hemû keda wan berhewa diçe. Lê îsal ji berhemdayînê gelek razî ne.
Cebraîl Esen jî, bi makîneyan pembû berhevkariya pembû dike û tîne ziman ku li gelek zeviyan li gor salên borî berhemdayîn zêdetir buye.
Cotkar Cebraîl Esen dibêje: “Îsal li gor salên berê dahata pembû baştir e, karê piçek zehmetyên wê zêde ne, em 6 meh zehmetiyan dikşînin, lê berhemdayîn jî baş e. Ev 2-3 sal in berhemdayîn baş e, belê gubre û sotemenî bihane û xercên me zêde dibin, lê berhemdayîn jî baş e.”
Cotkar radigihînin ku di serdemên ku berhemdayîn baş be de; serê dor a erd 500 kîlo berhem bidest dixin, lê îsal li hin ciyan ew berhemdayîn zêdetir buye heta 650 kilo jî bidest dixin. Kîloya pembû jî niha bi 8 lîre û 20 kuruşê Tirkî tê firotin.