Li Kilîsê bûyera trafîkê: 4 kes mirin

Li bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê ji ber kamyoneke barhilgir û otomobîlekê li hev dan, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Di bûyera trafîkê de çar kesan canê xwe ji dest dan
Di bûyera trafîkê de çar kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê ji ber kamyoneke barhilgir û otomobîlekê li hev dan, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyera îro demjimêrên serê sibehê rûda li ser rêya Kilîs û Hatayê qewimî û kamyona barhilgir a ji aliyê Kilîsê ve dihat bi otomobîla li hember a ji aliyê Hatayê ve dihat re li hevdan û qulibî.

Li ser agahdariya kesên derdorê tîmên tenduristî û hêzên ewlehiyê gihiştin cihê bûyerê û hat ragihandin 4 kesên ji otomobîlê hatin derxistin jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha 2 kesên ajokarên kamyona barhilgir jî bi ambulansan ji nexwaşxaneya dewletê ya Kilîsê re hatin veguhestin.