Li Hewlêrê bazareke hevçerx ji dukandarên zîv re tê avakirin
Di vê bazarê de zêdetir ji 600 dukanan tên dirustkirin û hemû xizmetguzarî jê re tên dabînkirin
Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bazareke hevçerx ji bo dukandarên zîv tê avakirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Cihê vê bazara hevçerx, diyariya hukûmetê ye û em ê her derfetekê ji welatîyan re pêşkêş bikin, da ku karê xwe û debara jîyana xwe bikin.
Diyar kir jî, di vê bazarê de zêdetir ji 600 dukanan tên dirustkirin û hemû xizmetguzarî jê re tên dabînkirin û dê geracek ji bo rawestandina otomobîlan jî tê de be.
Di meha Tîrmeha sala 2020an de, bazara zîv li taxa Kurdistan a Hewlêrê şewitî û ziyan gihîşt 250 dukanên wê bazarê, ji ber vê yekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara qerebûkirina dukandaran da û niha ev biryar dikeve warê cibicîkirinê.