Rêjeya dengdanê li Hewlêr û Silêmaniyê ji sedî 70 derbas kir
Heta niha li Hewlêr û Silêmaniyê zêdetirî %70 dengder, beşdarî proseya dengdana taybet bûne.

Hewlêr (K24) – Rêjeya beşdarbûna proseya dengdana taybet a hêzên ewlehiyê û serbazan, li Hewlêr û Silêmaniyê bi rêjeya %70 derbas kir.
Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, heta niha li Hewlêr û Silêmaniyê zêdetirî %70 dengder, beşdarî proseya dengdana taybet bûne.
Îro 8ê Cotmeha 2021ê, proseya dengdana taybet a hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê birêve çû, heta niha prose bi awayekî giştî baş birêve diçe.