Komîsyonê rêjeya beşdariya hemû parêzgehên Iraqê eşkere kir
Komîsyonê rêjeya beşdariya hemû parêzgehên Iraqê eşkere kir

Hewlêr (K24) – Rêveberê Fermangeha Partî û Aliyên Siyasî yê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Heyman Tehsîn ragihand; rêjeya beşdariya di dengdana taybet de li hemû parêzgehên Iraqê %69 bûye.
Heyman Tehsîn eşkere kir ku rêjeya herî kêm a beşdarbûna dengdana taybet li parêzgeha Enbarê bûye, ku %59 e, rêjeya herî zêde jî li parêzgeha Babil e, ku %80 ye.
Li gor amarên Komîsyonê, rêjeya beşdariya dengdana taybet li parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê wiha ye:
Besra %66
Mîsan %76
Qadisiye %74
Zîqar %72
Necef %69
Musenna %73
Bexda / Resafe %64
Bexda / Kerx %62
Kerbela %74
Babil %80
Diyala %74
Enbar %59
Wasît %67
Duhok %69
Hewlêr %75
Silêmanî %78
Selahedîn %70
Kerkûk %62
Neynewa %70
Heyman Tehsîn herwiha diyar kir ku birêveçûna proseya dengdana taybet li hemû parêzgehên Iraqê bi rêk û pêk hat encamdan, hêzên ewlehiyê û awareyan beşdarî dengdanê bûn.
Tehsîn destnîşan kir ku 24 demjimêr piştî temambûna hilbijartinên giştî, encamên hilbijartinan dê werin ragihandin.