1 Dolar bû 9.65 Lîreyê Tirkî

Daketina buhayê Lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî û bi taybetî dolar û euro, îro jî berdewam e.

Navenda Nûçeyan (K24) - Daketina buhayê Lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî û bi taybetî dolar û euro, îro jî berdewam e. Her dolarekî Amerîkî îro di demjimêr 10.25an de bi 9.65 Lîreyê Tirkî û buhayê her euroyekî jî gihîşt 11.25 lîreyan.

Piştî biryara duh a Banka Navendî ya Tirkiyê ku rêjeya faîzê ji %18 daxist bo %16, Lîreyê Tirkî berdewam buhayê xwe li hember Dolarê Amerîkî û Euro ji dest dide.

Îro jî bi vebûna bazar û borseyan, daketina nirxê Lîreyê Tirkî li beramber Dolarê Amerîkî û Euro rekoreke nû tomar kir. Li gorî daneyên Doviz.com, buhayê Dolarê Amerîkî îro di saet 10.25'an de gihîşt 9,65 lîreyan, herwiha Euro jî derket 11,25'an.

Fly Erbil Advertisment