Pirspor: Civîna Erdogan Biden erênî bû, lê naverok ne erênî bû
Di lûtkeya Erdogan û Bîden de ji bo Tirkiyê çi encam derketin?
Enqere (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî nêzî 5 mehan bo cara duyem di lûtkeya G-20an ya li Romayê de bi serokê Amerîkayê Joe Bîden re hevdîtin pêk anî. Li gorî daxuyaniyên her dua liyan hemû mijarên navbera aliyan de bûne kêşe hatine axaftin. Taybetî jî mijara F-16an. Li gorî beşek şarezayan ev hevdîtin bo Tirkiyê bi her awayî erênî bûye û di heyameke dirêj de dê F-16 jî bo Tirkiyê bên rêkirin. Lê hin pispor jî dibêjin Tenê hevdîtin erênî bû naveroka wê de bo Tirkiyê tiştek erênî nebû.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Amerîkayê Bîden di çarçoveya lûtkeya G20an ya li Romaya Paytextê Îtalyayê hatin bal hev du. Di civîna Erdogan û Bîden de li gorî daxuyaniyên koşka sipî û serokkomariyaTirkiyê proseya siyasî ya li Sûriyê, rewşa Efxanistan, Qafqasya û Rojhilatê Derya Naverast, pêwendiyên dualî û rewşa navçeyê hatine gotûbêjkirin. Ligel vê yekê her du serok rêkeftine ku bi armanca pêşxistina pêwendiyên û çareseriya nakokiyan, mîkanîzmayeke hevbeş damezrînin. Herwiha yek jî mijara sereke ya vê civînê jî mijara belafirên şer yên f 16 bû û Erdogan ragihand ku di vê mijarê de peroseyeke erênî dest pê kirîye.
Derbarê vê hevdîtinê de pisporê pêwendiyên navdewletî Prof. Dr. Hûseyîn Bagci dibêje bi her awayî bo Tirkiyê ev hevdîtin erênî bûye û demeke nêz de nebe jî Amerîka dê firokeyên F-16 bide Tirkiyê da ku Tirkiye berê xwe nede alternatîfeke din.
Prof. Dr. Hûseyîn Bagci ji K24ê re got: “Dema em berê xwe didin daxuyaniyên her du aliyan, ji bo berdewamiya pêwendiyan, bidawîkirina arîşeyan û hevkariya di nava NATO de ev hevdîtin sûdbexş bû bo Tirkiyê. Herwiha avakirina mekanîzmayekê jî erênî ye. Di mijara F16an de jî Amerîka ji bo ku Tirkiye wek alternatif berê xwe nede Rûsya, Îtayla an jî Fransayê dê van firokeya bide Tirkiyê. Lê belê ev prose dê gellek demdirêj be.”
Beramberî vê yekê li gorî peşek pisporan jî tenê hevdîtn ji bo Tirkiyê Erênî bûye lê belê di naveroka civînê de ji bo Tirkiyê encameke berbiçav ya erênî derneketiye.
Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Bahadir Şanli Koç dibêje: “Hefteyek beriya niha pêwendiyên Tirkiye Amerîkayê ji ber dersnorkirina balyozan di asta têkçûnê de bû. Loma pêkhatina hevdîtinê bo Enqere erênî bû. Lê belê di cîvînê de geşedaneke erênî bo Tirkiyê em nabînin. Ji ber ku Bîden bi teqezî got mijara F-16an di destê kongresê de ye. Mijara F-35an qet nehate axaftin û di egera operasyoneke Tirkiyê bo ser YPGê de jî Bîden glopa kesk bo Tirkiyê pênexist. Amerîkayê bi gotina cîvîn erênî derbas bûye dest û pêyîn Tirkiyê girêda da ku heta demek dirêj tiştekî neke.”
Herwıha piştî lûtkeya G-20an Serokomarê Tirkiyê Erdogan di vegera xwe ya Tirkiyê de ragihand ku dema operasyon pêwîst bû ew ê operasyonekê li ser Rojhelatê Çemê Firatê pêk bînin û wan bi Emerîkayê re li hev kiriye ku bi hev re li Sûriyê hevkariyê bikin. Beriya vê civînê rayedarên Amerîkayê jî ragihandibûn ku ev operasyoneke Tirkiyê li ser Rojava erênî nabînin.