Yekem zarok li Herêma Kurdistanê hat vaksînkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tîmên gerok li hemû parêzgehan belav kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina kampanyayên vaksînkirina welatiyan, tîmên gerok li hemû parêzgehan belav kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, li gorî biryara Desteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, di vê kampînê de 45 tîmên gerok li çar parêzgehan Kurdistanê dest bi vaksînkirina welatiyan kar kirine.

Di wê çarçoveyê de jî, îro yekemîn zarok Herêma Kurdistanê hat vekasînkirin.

Endamê Komîta Zanistî ya Koronayê di Wezareta Tendirustiyê de Dr. Deştî Bostanî pêştir ji K24ê re ragihandibû, zarokên di ser 12 saliyê re jî dikarin vaksîna Koronayê werbigin.

Kampîna vaksînkirina welatiyan, bi hevahengiya di navbera Rêxistina Tendirustiya Cîhanê û Rêveberiya Tendirustiyê Hewlêrê dest pê kir.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, li Hewlêrê 12 tîm li cihên giştî, peymangeh û zanîngehan hatine belavkirin, ji bo welatiyan vaksîn bikin.

Tekez kir jî, niha rêjeya pêketiya bi Koronayê zêde bûye, hişyarî jî da, ev rewş “metirsiyê” li ser civakê çêdike û ji bilî vaksînkirinê ti çare nîne.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de li hemû xebatkar, mamoste û xwendekarên zanîngehê ferz kiribû ku vaksînan werbigirin.

 

Fly Erbil Advertisment