Iraq: Li sînorê Belarus û Polandayê 571 welatiyên me hene

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji televîzyona fermî ya Iraqê re ragihand; hat tesbîtkitin ku li du deverên ser sînorê Belalus û Polandayê li 8 kampan, 571 welatiyên Iraqê hene.

Pasevanên ser sînorê Polanda û Belarusê
Pasevanên ser sînorê Polanda û Belarusê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji televîzyona fermî ya Iraqê re ragihand; hat tesbîtkitin ku li du deverên ser sînorê Belalus û Polandayê li 8 kampan, 571 welatiyên Iraqê hene.

Ehmed Sehaf destnîşan kir ku dirêjahiya sînorê Belarus û Polandayê 680 kîlometre ye û ji ber vê yekê bi awayekî tekez hejmara welatiyan nayê zanîn, lê belê ji bo welatiyên ku dixwazin vegerin, di 18ê Mijdarê de geştek dê were pêkanîn.

Sehaf diyar ku ku hikûmet nikare li derveyî welat pêşî li derbasbûna welatiyekî din bigre, lê bi hemahengiya Tirkiyê pêşî li çûna welatiyên Iraqê bo Belarusê girtine û ligel çend welatên din ji bo hemahengiyê ketine pêwendiyê.

Ji ber ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî di qada navdewletî de weke welatiyên Iraqê têne dîtin, bi awayekî tekez diyarkirina hejmara Kurdên li ser sînor zehmettir dibe.