Iraq: 300 daxwazên vegera ji Belarusê hatin tomarkirin

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand; 300 daxwazên vegera ji sînorên Belarus û Polandayê hatin tomarkirin, ku dixwazin vegerin Iraqê.

Koçberên li sînorê Belarus û Polandayê
Koçberên li sînorê Belarus û Polandayê

Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand; 300 daxwazên vegera ji sînorên Belarus û Polandayê hatin tomarkirin, ku dixwazin vegerin Iraqê.

Ehmed Sehaf ragihand; hejmareke mezin ji welatiyên Iraqê ku li ser sînorên Belarus û Polandayê asê mane, daxwaz kirine ku bi rêya hikûmeta Iraqê ve vegerin bajarên xwe.

Sehaf eşkere kir ku 240 kes daxwaz kirine ku vegerin Iraqê, ji bilî wan 65 kes jî ji şandên dîplomatkar ên Iraqê yên li Belarusê kar dikin, daxwaza pasaportê kirine.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir ku koçberan bi daxwaza xwe xwestine vegerin Iraqê.