Dolar 11 lîreyên Tirkî derbas kir
Buhayê dolar piştî biryara faîzê ya Banka Navendî ya Tirkiyê zêde bû û buhayê yek dolar ji 11 lîreyên Tirkî derbas kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Buhayê dolar piştî biryara faîzê ya Banka Navendî ya Tirkiyê zêde bû û buhayê yek dolar ji 11 lîreyên Tirkî derbas kir.
Banka Navendî ya Tirkiyê, îro derbarê rêjeya faîzê de biryara xwe eşkere kir û ew rêje bo ji sedî 15 kêm kir.
Piştî biryara faîzê, buhayê dolar zêde bû. Îro di demjimêr 14:15an de dolar bû 10,94 lîre. Piştre buhayê dolar ber bi jêr ket, lê belê di demjimêr 16:33an de dolar derket asta herî bilind û buhayê yek dolar bû 11,29 lîre.
Herwiha buhayê euro jî li hember lîreya Tirkî, bû 12,76 lîre.