Li Tirkiyê Dolar gihîşte 13.35 lîreyan
Lîreya Tirkî li hember Dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiyê daketina Lîreya Tirkî li hember Dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihîşte 13.35 lîreyan.
Piştî Banka Navendî 18ê Mijdarê rêjeya faîzê puanek daxist lîreyê Tirkî li hember Dolar nirxê xwe ji dest da û ji 10.60 lîreyan bû 11.00 lîre.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh piştî civîna kabîneyê got; ew ê li ser siyaseta daxistina faîzê berdewam bin. Axaftinên Erdogan bûne sedema daketina lîreyê Tirkî.
Piştî axaftinên Erdogan îro sêşemê 23ê Mijdara 2021ê lîreyê Tirkî li hember Dolar bi tundî daket û dolarek gihîşte 13.35 lîreyan û Euro jî gihîşte 15.00 lîreyan.
Di nava mehekê de buhayê Lîreyê li hember Dolar %30 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aboriyê ye.
Banka Navendî ya Tirkiyê ji meha Îlona 2021ê ve rêjeya faîzê 4 puan daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide, lê desthilata Tirkiyê bi taybetî Erdogan pêdagir e rêjeya faîzê zêdetir daxîne.