Koçbereke Kurd li Polandayê canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Koçbera Kurd Evîn Îrfan Zahir li nexweşxaneyeke Polandayê canê xwe ji dest da.
Evîn Îrfan Zahir ji parêzgeha Duhokê û dayika pênc zarokan e, ji ber serma û westiyabûnê, li nexweşxaneyeke Polandayê di bin çavdêriya bijîşkî de canê xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Duhokê, Evîn Îrfan Zahir bi riya neyasayî bi malbata xwe re berê xwe da Belarusê û ji wir jî derbasî nava xaka welatê Polandayê bûbû.
Bi hezaran koçberên xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê bi mebesta derbasbûna nav axa Yekîtiya Ewropayê berê xwe dane Belarusê û li deverên sînorî yên di navbera Belarus û Polandayê de asê mane û di rewşên xirab de ne.
Ji bo vegerandina koçberan ji Belarusê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevahengiyê dikin û çend geştên asmanî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriyane Herêma Kurdistan.