Daxuyaniyek ji Parêzgarê Hewlêrê ve

Li Hewlêrê ji şeva borî ve baran bi xurtî dibare, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek ji riyan ji ber kombûna avê hatine rawestadin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber kombûna ava baranê, hin rê û kolan hatin girtin û daxwaz ji welatiyan dike, eger karê wan gelekî girîng be, çûnûhatinê nekin.

Li Hewlêrê ji şeva borî ve baran bi xurtî dibare, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek ji riyan ji ber kombûna avê hatine rawestadin.

Di wê derbarê de daxuyaniya Parêzgarê Hewlêrê de hat, divê welatî ji bo parastina selametiya xwe û ji bo gihîştina tîmên şaredariyê bo cihên pêwîst, eger karê wan ne gelekî girîng be, çûnûhatina xwe sînordar bikin.

Diyar kir jî, beşek ji rê û kolanên Hewlêrê ji ber kombûna avê rawestiyane û da zanîn, li gor pêşbîniyan pêla baranê berdewam dibe.

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji welatiyan kir, di her pirseke pêwîst de, pêwendiyê bi şaredarî, tîmên berevaniya şaristanî û polîs re bikin ku ew di amadebeşiya temam de ne.

Fly Erbil Advertisment