Banka Navendî bo dawiya salê pêşbîniya xwe ya dolar û enflasyonê eşkere kir

Rêjeya enflasyon dê bibe %25.37 û dolar dê bibe 16.13 lîre.

Navenda Nûçeyan (K24) - Banka Navendî ya Tirkiyê ragihand, ew çaverê dikin heta dawiya sala 2022an rêjeya enflasyon bibe %25.37 û dolar bibe 16.13 lîre.

Banka Navendî ya Tirkiyê, encamên “Rapirsiya Beşdarvanên Bazarê” ku bi nûnerên sektor û fînansê re kiribû eşkere kir.

Li gor rapirsiyê, tê çaverêkirin heta dawiya sala 2022ê enflasyon bibe %25.37 û dolar bibe 16.13 lîre.

Di demekê de ku Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) vê mehê rêjeya enflasyonê wek %36.08 eşkere kiribû. Lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) berovajiya TUIKê ragihand ku rêjeya enflasyona mehane ji sedî 19.35 û ya salane ji sedî 82,81 e.