Li Kameronê berî destpêkirina lîstekeke futbolê 8 kesan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Yaounde paytexta Kameronê ji ber qerebalixa li dervayê stadyuma futbolê 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Duhî êvarê beriya lîstika Kameron û Komorê ya di çarçoveya Kupaya Neteweyên Afrîkî ya 2021 de û dema girseya gel têdikoşiya ku bigihîne Stadyuma Olembe ya Yaounde, qelebalixekî qewimî.
Wezareta Tendirustiyê ya Kameronê diyar kir, ji ber qerebalixa li dervayê stadyuma futbolê ya beriya destpêkirina lîstikê, 8 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Kenala fermî ya Kameronê “CRTV” ragihand, hikûmeta Kameronê û Konfederasyona Futbolê ya Afrîkî (CAF) rewşa birîndaran li nexweşxaneyên bajêr dişopînin.
Di wê derbarê de Konfederasyona Futbolê ya Afrîkayê di daxuyaniyeke de ragihand, “Em niha lêkolînê li ser vê mijarê dikin, da ku hûrgiliyên zêdetir li ser vê bûyerê bi dest bixin.”
Herwiha Got jî: "Em bi rayedarên Kameronî û Komîteya Amadekar a Herêmî re di pêwendiyê de ne û rewşa birîndaran li nexweşxaneyan dişopînin.”