Nirxê petrolê gihîşt asta herî bilind a 8 salên dawî

Ji sala 2014an heta niha, îro nirxê petrolê gihîşte asta herî bilind.

Hewlêr (K24) – Ji sala 2014an heta niha, îro nirxê petrolê gihîşte asta herî bilind a 8 salên borî û her bermîlek petrola Brent, bû 91 Dolar.

Şeva borî welatên endamên rêxistina OPECê li ser wê yekê li hev kirin, ku dest bi zêde berhemanîna mehane bigrin, ku rojane 400 hezar bermîl petrol e.

Kêmkirina rêjeya berhemanîna rojane û aloziyên siyasî yên cîhanê ji destpêka îsal ve, heta niha bûye sedema wê yekê ku nirxê petrolê li bazarên cîhanê bi rêjeya %15 bilind bibe.