Ji bo rizgarkirina zarokê pênc salî 3 roj in dixebitin

Li welatê Mexrîbê (Fas) zarokekî 5 salî ketiye nav bîrekê ku 32 metran kûr e.

Ji bo rizgarkirina Reyanê 5 salî erd tê kolandin
Ji bo rizgarkirina Reyanê 5 salî erd tê kolandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ev 3 roj in li welatê Mexrîbê (Fas) zarokekî 5 salî ketiye nav bîrekê ku 32 metran kûr e û tîmên hawarçûnê yên Mexrîbê hewl didin wî zarokî rizgar bikin.

Navê zarokê 3 roj in di bîrê de ye, Reyan e. Roja çarşemê 2yê Sibata 2022yan li gundê Egran li herêma Şîfşawn a li bakurê Mexrîbê çê bûye û Reyanê 5 salî ketiye nav bîrekê ku 32 metran kûr e.

Ji wê rojê ve tîmên hawarçûnê hewla rizgarkirina wî zarokî didin. Gelek medyayên cîhanî, navçeyî û navxweyî yên Mexrîbê bi awayekî berdewam rûmala bûyerê dikin û ji nêzîk ve rewşê dişopînin.

Tîma Hawarçûnê ya Mexrîbê ragihandiye; zarokê 5 salî ligel dayik û bavê xwe bûye, lê demekê haya wan jê nemaye û zarok nêzîkî bîrê bûye û ji nişka ve ketiye di nav bîrê de.

Bi gotina Polîsê Mexrîbê, av û xwarin ji Reyanê 5 salî re bo nav bîrê tê şandin, ji ber wê jî ew zaro hêj dijî.

Bi sedema kûrbûna bîrê, tîmên rizgarkirinê bi neçarî hewl didin bi rêya kolandina erdên derdora bîrê, xwe bigihînin wî zarokî û niha bi gotina wan tîman, tenê çend metre mane ku ew bigihin cihê zarokî.

Av û xwarin ji Reyanê 5 salî re tê şandin