Sûriye ziyanên giştî yên sektora petrolê ji destpêka şer ve eşkere dike
Wezareta Petrolê ya Sûriyê: Tevahiya ziyanên rasterast û nerasterast ên ji destpêka krîzê, gihîştiye 100 milyar Dolar
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Petrolê ya Sûriyê aşkere kir, tevahiya ziyanên rasterast û nerasterast ên di sektora petrola Sûriyê de ji destpêka krîza wî welatî ve, gihîştiye 100 milyar Dolar.
Wezareta Petrolê û Çavkaniyên Kanzayan di civîneke şopandina plan û berhemanîna petrolê di sala borî de diyar kir, bi giştî di sala 2021ê de nêzîkî 31.4 milyon bermîl hatiye berhemanîn ku rojane 85,9 hezar bermîl hatiye berhemanîn, jê rojane 16 hezar bermîl gihîştiye parzûngehan.
Wezartê got ku rojane 70 hezar bermîl ji kêlgehên herêmên bekur û rojhilat Sûriyê ji aliyê hêzên Amerîkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tên berhemanîn û dizîn.
Wezaretê diyar kir jî, “hilberîna gaza xwezayî bi qasî 4.5 milyar sêcar e, bi rêjeya hilberîna rojane 12.5 milyon sêcar e, Ji wê rojane 12 milyon sêcar gaza paqij e.”
Destnîşan kir, berhemanîna giştî ya gaza ji bo malan, 118 hezar ton e (48 hezar ton ji parzûngehan û 70 hezar ton ji kargehên gaze ye) ku rojane 323 ton e.
Diyar kir jî, li parzûngehên Hums û Baniyasê derdora 5.7 milyon ton berhemên petrolê hatine parzûnkirin. Berhemanîna parzûngehan di sala borî de gihîştiye 944 hezar ton benzîna premium û 11 hezar ton benzîna asayî, 1.519 milyon ton mazot, 2.734 milyon ton fuel, 77 hezar ton asfalt, 1.1 milyon ton fosfat û 113 hezar ton xwê hatine hilberandin.
Wezaretê diyar kir, hejmara kesên ji sektora petrolê û samanên kanzeyan ji destpêka şerê Sûriyê ve hatine kuştin gihîştiye 235 kesan, 46 kes birîndar bûne û 112 kes hatine revandin.
Herwiha aşkere kir, ji destpêka krîza Sûriyê û heta niha, bi giştî 100.5 milyar Dolar zirarên rasterast û nerasterast gihîştine sektora petrolê û çavkaniyên kanzayan.