Bi vîdeo.. Bûyera Reyan li Efxanistanê dubare bû
Zarokekî 9 salî ji roja sêşemê ve ketiye bîreke kûr.

Navenda Nûçeyan (K24) – Weke bûyera Reyan a li Mexrîbê (Fas), zarokekî 9 salî ji roja sêşemê ve ketiye bîreke kûr û hîn jî nehatiye derxistin.
Li bajarê Qelat ê ser bi parêzgeha Zebûl a Efxanistanê du roj berê, zarokek ketiye bîreke 25 metre kûr û hîn jî nekarîne wî rizgar bikin.
Sekreterê Cîgirê Serokwezîrê Efxanistanê Ebdulxenî Biradar ragihand; tîmek ji bo rizgarkirina zarok li wê derê ye tevî ambulans û çend alavên din ên pêwîst.
Hat ragihandin ku rewşa zarok baş e û çend caran av û xwarin xwestiye.
أفغانستان : سقوط طفل في بئر والمحاولات لإخراجه تجري على قدمٍ وساق pic.twitter.com/ID1wESbtP0
— حامد العلي (@Hamed_Alali) February 15, 2022