Bandora şer û aboriya Ukreyna

Kîev
Kîev

Kîev (K24) – Li Paytexta Ukreyna Kîevê welatî li aliyekî di bin metirsiya şer de ne, li aliyê din jî li dijî hikûmetê çalakiyên protestoyî birêve dibin, ji bo baca zêde bê kêmkirin û dahata kêmmûçeyê bê zêdekirin.

Egera pêkhatina şerekî ya di nava Ukrenya û Rûsyayê de bandoreke ne baş li ser aboriya Ukreynayê kiriye. Pereyê neteweyî yê Ukreynayê Grîvna di nava 6 mehan de ji sedî 5 nirxê xwe li beramberî dolar kêm kir. Her roja ku diçe jî ji ber metirisya şerو jiyan biha dibe, bac bilind dibin û enflasyon yanî hilawesana Ukreynayê jî zêde dibe. Hilewasana Ukreynayê di mehata Rêbendana 2022an de ji ber egera şer çûye ser ji sedî 9.4an. Welatiyên Ukreynî jî di bin metirya şer de dozê li desthilatê dikin da bacan kêm bike û kêm mûçeyan jî zede bike.

Mamosteyê Ukreynî Vîladîmîr Zovanskî ji K24ê re got: “Bi baweriya min aboriya Ukreynayê têk çûye wek Lûganska têk çûyî. Şer ne çare ye. Bi şer wê dî mirov bimirin û aborî xeraptir bibe. Ez mamosteyekî malnişînim yê waneya wêjeyê. Bi mûçeyê malnişîniyê nema dikarim tiştekî bistînim, ji loma bo piştgiriyê hatime bal gelê xwe di vê çalakiyê de.”

Helen Lîena dibêje: “Aboriya me di qonaxeke krîtîk de ye. Ji ber yaseyên heyî pişta welatiyan dişikê. Berewajî mezinbûna aboriyê xelk xîzan dibe bi van yaseyên aboriyê. Desthilata Ukreynayê bi yaseyan zilmê dike li welatiyan. Aborî têk çûye û ne dewlemend her tişt tê serê welatiyên Ukreynî. Bi ser de jî rewşa şer heye di nava Ukreyna û Rûsyayê de metirsiya me yek bû niha bû dido îcar hûn bifikirin.”

Welatiyekî Qerebaxî Mahîr Kulîyev got: “Xwedê roj daye vî welatî xak daye, keç û jin dane lê serokek ne daye Ukreynayê. Hemû siyasetmedar Ukreynayê difirojin. Xak nema bi vî welatî ve. Gendelî bê hisab e. Ev ne parlamentoye cihê diziya pereyên gele Ukreynî ye. Hejmareke dewlemen ev er desteser kirye û zarokên wan li Emerîka û Îngilistanê dixwînin, lê xelqê reben yê Ukreynî jî ji birçîna dimirin.”

Li gorî amarên fermî ên Bûtçeya Dewleta Ukreynayê lêçûna mirovekî Ukreynî çûye ser 2 hezar û 589 Grîvneyan yanî 92 dolar. Lêçûna malbeteke 4 kesî jî bûye 10.356 Grîvna da ku ji birçîna nemirin pêdiviya malbateke 4 kesî bi 368 dolaran heye. Lê qazanca xebatkarekî Ukreynî ya kêm mûçeyê 250 dolar e. Li gorî amarên fermî her kesekî Ukreynî di destpêka sala 2022an de ji sedî 7.7 xîzantir bûye û ji ber egera pêk hatina şerekî di nav Ukreyna û Rûsyayê de tê çaverêkirin ev rêje hîn zêdetir bibe.   

Fly Erbil Advertisment