Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê nirxê Lîreyê Tirkî daxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîreyê Tirkî îro Pêncşemê li hember Dolar ji sedî 2.6 ji nirxê xwe winda kir û ev nirx ji 2 mehan ve ya herî kêm e.

Ev yek piştî wê yekê tê, hêzên Rûsî îro dest bi operasyoneke leşkerî li Ukraynayê kir û bi mûşekan êrîşî çend bajarên Ukraynayê kir.

Lîre li hember Dolar di demjimêr 07: 26 bi dema (GMT) de, bû 14.1990, piştî ku meha borî bi giştî nirxê wê cîgir bûbû.

Lîreya Tirkî ji asta girtina ya duhî Çarşemê ku li hember Dolar 13.8350 tomar kiribû bi paş ve vekişiya.