Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî ji Kusret Resûl û malbata wî re xwast

Dayika Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl îro koça dawiyê kiribû

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya koça dawiyê ya Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî wî kir.

Îro 18ê Sibata 2022an, Zubeyda Seîd Omer, dayika Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl li derveyî welat di temenê 87 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Birêz Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl

Ji bo koça dawiyê ya dayika we xatûn Zubeyda Seîd, pirse û sersaxiyê li we dikim û ez hevbeşê xema we me. Xwedêyê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bi we û malbata we bibexişe.