Nirxê bermîlê petrolê ji 117 Dolaran ve nêzîk bû

Ji destpêka êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê ve nirxê petrolê li bazara cîhanê bilind dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê ve, nirxê petrolê li bazara cîhanê bilind dibe û îro nirxê yek bermîl petrol ji 117 Dolaran ve nêzîk bû.

Îro careke din nirxê Petrolê li bazara cîhanê bilind bû û buhayê bermîla petrola Brent bû 116.66 Dolar û her bermîlek petrola xav a Teksasa Rojava jî bû 113,86 Dolar.

Di yekem roja êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê di 24/2/2022an de, ji bo cara yekem ji piştî 7 salan buhayê yek bermîl petrol 100 Dolar derbas kiribû.

Pispor dibêjin, ji ber rewşa hestiyar a li Ukraynayê, cezayên darayî û enerjiyê yên li dijî Rûsyayê dê krîza enerjiyê aloztir bihêle.