Kremlîn: Amerîka helbet li dijî Rûsyayê şerê aborî ragihand
Berdevkê Kremlînê: Amerîka helbet li dijî Rûsyayê şerê aborî ragihand û bi awayekî defakto vî şerî dimeşîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îro Çarşemê got, Rûsya dê li gorî berjewendiyên xwe tevbigere dema ku bersivê bide rawestandina hawerdekirina petrol û gaza Rûsî ji aliyê Amerîka ve.
Peskov li ser pirsa ku gelo piştî ku Amerîka hawerdekirina petrol û gaza Rûsyayê rawestand dê Rûsya tedbîran bigire yan na, Peskov got: “Em berjewendiyên xwe diparêzin û dê her tiştî li gorî berjewendiyên xwe bikin.”
Herwiha got: “Amerîka helbet li dijî Rûsyayê şerê aborî ragihand û bi awayekî defakto vî şerî dimeşîne."
Peskov anî ziman, rayedarên Rûsî ji bo dîtina çareseriyan derbarê derketina kompanyayên rojavayî ji bazara Rûsyayê û dibe bi vê yekê re rêjeya bêkariyê li Rûsyayê bilind bibe.
Wek bersivekê li ser êrîşkirina li ser Ukraynayê, Serokê Amerîka Joe Biden duhî qedexe danî ser hawerdekirina petrol, gaz û enerjiyê ji Rûsyayê.
Welatên rojava ji ber êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê, komek siza li dijî Rûsyayê sepandin, Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Kanada û hejmarek welatên din jî qada asmanî ji bo firokeyên Rûsyayê girtin. Komek kompanyayên biyanî jî derketina xwe ji bazara Rûsyayê ragihandin.