Mela Mistefa Barzanî li Rûsyayê hat bibîranîn

Komeleya Arya ji bo Çand û Perwerdeyê li Sîlo Bîlo yê komara Adygea ya Rûsyayê semînerek li dar xist.

Mela Mistefa Barzanî li Rûsyayê hat bibîranîn
Mela Mistefa Barzanî li Rûsyayê hat bibîranîn

Hewlêr (K24) - Bi boneya 119emîn salvegera jidayîkbûna Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî, Komeleya Arya ji bo Çand û Perwerdeyê li Sîlo Bîlo yê komara Adygea ya Rûsyayê semînerek li dar xist û xuleke fêrkirina zimanê Kurdî bo zarokên herêmê vekir.

Serokê Komeleya Arya Ezîz Şamîlov ji K24ê re got: "Îro ji bo pîrozkirina rojbûna Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî, me semînarek pêşkeş kir û me dest bi kurseke hînkirina zimanê kurdî ji zarokên Sîlo Bîlo re kir.”

Şamîlov diyar kir: "Sala borî jî me bi alîkarî û piştgîriya Navenda Revenda Kurdî li derve kurseke hînkirina zimanê Kurdî ji zarokan re vekir."

Şamîlov destnîşan kir: “Ji ber ku zarokên Kurd li derveyî malê û dibistanan bi zimanê Rûsî diaxivin, asta zimanê Kurdî yê zarokan ne wek em dixwazin e û eger ji niha û pê ve xema wê yekê neyê xwarin, dê neviyên me zimanê xwe yê dayikê jibîr bikin. Ji ber vê yekê em her roja Şemî û Yekşemê waneyên zimanê Kurdî, dîroka Kurdî û erdnîgariya Kurdistanê fêrî zarokan dikin ji bo em zimanê xwe yê dayîkê û mayîna me di nava neteweyên biyanî de biparêzin."

Herwiha eşkere kir: "Ji ber nebûna cihekî guncaw û kêmbûna karînên madî, kurs tenê şiyana wê heye ku 18 xwendekar tê de bin. Mixabin ji ber nebûna cihekî guncaw, em nikarin zêdetir xwendekaran wergirin, ji ber pirsgirêkên madî hîn jî cihekî me yê guncaw tune ye ji hejmareke zêdetir ji van kursan sûdê werbigirin."

Fly Erbil Advertisment