Li Tirkiye û Bakur ji zêdeyî 3.5 milyon kes bêkar in
Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê amarên bêkariyê yên meha Sibatê belav kir û Rêjeya bêkarî wek fermî ji %10.7 hat aşkerekirin.
Li gor amarên fermî, hejmara bêkaran di meha Sibata 2022an de li gor beriya mehekê 178 hezar kes kêmtir bû û bi giştî hejmara bêkaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek 3 milyon û 579 hezar kes hat ragihandin.
Li gorî amaran, Rêjeya bêkarî wek fermî ji %10.7 hat aşkerekirin. Rêjeya bêkariyê di nava mêran de %9.3 û rêjeya bêkariyê di nava jinan de jî wek %13.4 hat destnîşankirin.