Bihayên du diravên herî mezin ên elektronîk daketin

Bihayê dirava elektronîk Bitcoin ji sedî 5.3 daket û kete asta 39 hezar û 831 Dolar.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bihayê dirava elektronîk Bitcoin ji sedî 5.3 daket û kete asta 39 hezar û 831 Dolar, ango bihayê wê 2 hezar û 240 Dolar daket.

Bitcoin ku ji diravên elektronîk, dirava herî biha û bi nav û deng e li ser asta cîhanê, ji destpêka îsal ve ji sedî 17.3 bihayê xwe ji dest daye.

Asta herî bilind a Bitcoinê di dawiya meha Adarê de bû ku gihiştibû 78 hezar û 234 Dolaran.

Herwiha dirava elektronîk Ethereum jî ku piştî Bitcoinê, duyem dirava her mezin a elektronîk e, ji sedî 6.6 bihayê xwe ji dest da û bo 2 hezar û 991 Dolar daket.