Şerê Rûsya û Ukraynayê bandoreke mezin li aboriya Tirkiyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şerê Rûsya û Ukraynayê bandoreke mezin li aboriya Tirkiyê dike. Sektora cakêtên çerm ku piraniya kiryarên wê Rûsî û Ukraynî ne, gihiştiye asta rawestanê. Hin dikandar dibêjin karê wan ji %90 daketiye.
Aboriya Tirkiyeyê bandoreke mezin ya neyînî ji şerê Rûsya û Ukrayna dibîne. Yek ji wan jî sektora cilûbergan, sektora cakêtên çerm e.
Heftiyek piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ukrayna, bazirganên Rûsî û Ukraynî zedetirî 200 milyon Dolar daxwazên xwe betal kirin. Dorpêçiya ser bankên Rûsî jî bandora xwe nîşan da.
Dikandar Elî 20 salan zedetir e di sektera cilûbergan de ye. Sedî 60 kiryarên wî ji Rûsya û Ukraynayê ne û rewşê pir xirap dibîne.
Dikandar dibêjin, bazara Ukrayna bi temamî rawestiyaye û bazara Rûsya jî pir kem bûye. Ji xwe kirêyên dikanên vê derê 2000 Dolar in. Bi destpêkirina şer re, êdî geştyar jî nayên.
Navçeya Lalelî taybet bi cakêtên çerm û cilûbergan tê naskirin. Piraniya hinardeya wan jî bo Rûsya, Ukrayna û Rojhilatê Ewropa ye. Sala 2019 Tirkiye û Rûsya rêkeftin ku bazirganî bi diravên herêmî bikin. Lê bi destpêkirina şer re, pareyên her du aliyan jî nirx winda kir û hin dikandar heta arambûna rewşê dikanên xwe girtin.