Cejna Remezanê li cîhana Îslamê ketiye 3 rojên cuda
Hin welatan roja Yekşemê, hinekan roja Duşemê û hinên din jî roja Sêşemê kirin cejn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Îsal Cejna Remezanê li ser 3 rojan hatiye dabeşkirin, hin welatan roja Yekşemê, hinekan roja Duşemê û hinên din jî roja Sêşemê dikin cejn.
Tevî ku Navenda Astronomiyê ya Navdewletî ragihand kir, ne pêkan e ku heyva meha Şewalê roja Şemiya borî were dîtin û piştî rojavabûnê heyv li esman nîne, 3 welatan, Afganîstan, Nîjer û Malî ragihandin ku roja Yekşemê yekem roja Cejna Remezanê ye.
21 welatên Erebî ragihandin, roja Duşemê yekem roja Cejna Remezanê ya sala 1443`an a hicrî ye, ew jî Oman, Cîbûtî, Urdun, Mexrib, Erebistana Siûdî, Qeter, Kuwêt, Îmarat, Bahreyn, Yemen, Filistîn, Sûriye, Lubnan, Sûdan, Misir, Tûnis, Cezayîr, Morîtanya, Lîbya, Iraq û Somalê ne.
Herwiha Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Endonezya û Malezyayê jî îro Duşemê wek yekem roja Cejna Remezanê ragihandin.
Welatên ragihandine ku dîtina heyva meha Şewalê nehatiye piştrastkirin û roja yekem a Cejna Remezanê dê roja Sêşemê be, Pakistan, Îran, Bengladiş, Hindistan û Komor in.
Cejna îsal cuda ji du salên borî, bi rakirina tedbîr û rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê li gelek welatan birêve diçin. Piraniya welatan biryar dan ku nimêja Cejna Remezanê li mizgeft û meydanan bê pabendbûna bi rêkarên tenduristiyê were kirin.
Li Herêma Kurdistanê jî ku amarên Koronayê heta radeyekê kêm bûne, welatî bi awayekî asayî merasîmên cejnê dikin, nimêja Cejnê li mizgeftan kirin û serdana hevdu dikin.