Li Ukraynayê nêzîkî 25 milyon ton genim asê maye
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand, nêzîkî 25 milyon ton ceh û genim li Ukraynayê asê maye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand, nêzîkî 25 milyon ton ceh û genim li Ukraynayê asê maye û nikarin hinarde bikin. Li ser sedema vê yekê jî diyar dike ku ji ber xirabûna jêrxana cadeyên Ukraynayê û girtina benderên Mariupol e.
Rêxistina FAO eşkere kiriye, dorpêça li ser Ukraynayê faktora sereke ya bilindbûna buhayê xurekan e ku bi asteke rekor di meha Adarê de piştî şerê Rûsya û Ukraynayê bilind bûye.
Li gor datayên encûmena ceh û genim ya navdewletî, Ukrayna di salên 2020-2021ê de çarem hinardekara herî mezin a garisê û şeşem hinardekara herî mezin a genim bûye.
Li aliyê din, berpirsekî li Banka Navendî ya Ukraynayê ragihandiye, hinardeya welat di meha Adarê de li gor heman meha par, bi rêjeya zêdetirî ji sedî 50 kêm bûye, weke sedema vê yekê jî, derketina şerê li hember Rûsyayê nîşan daye.