Wezareta Çandiniyê rênimayên wergirtina genimê cotkaran belav kir

"Cotkar dikarin piştî pişkinîn û wergirtina genimên xwe heqê xwe darayî rasterast werbigrin."

Hewlêr (K24) – Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê rênimayên wergirtina genimê cotkaran belav kir û ragihand ku cotkar dikarin piştî pişkinîn û wergirtina genimên xwe heqê xwe darayî rasterast werbigrin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, ji bo berjewendiya giştî ya welatiyan û bi bazarkirina berhema genimê îsal a cotkaran, biryar hat dayîn ku genimê cotkaran li derveyş proseya wergirtina genim ji sayloyên Herêma Kurdistanê were kirîn.

Wezareta Çandiniyê ragihand, li gor girêbesta navbera wezareta navborî û her du kompaniyên Xoşnaw û Qeywan ku projeya bi bazarkirina genimê cotkaran cîbicî dikin, wergirtina genim bi vî awayî pêk tê:

Yekem: Buhayê her toneke genimê pileya yek (850,000) heştsed û pêncî hezar Dînar e, bi heman wî buhayê ku li sayloyên Iraqê tê wergirtin.

Duyem: Wergirtina genimê cotkaran li gor wesf û standarda Wezareta Bazirganî ya Iraqa Federal dibe.

Sêyem: Cotkar dikarin piştî pişkinîn û wergirtina genimê xwe, heqê xwe yê darayî rasterast werbigrin.

Çarem: Roja 01.06.2022yan proseya wergirtina genim li sayloyan ji aliyê herdu kompaniyên serperiştyar ên projeya bazirganîkirina genim dest pê dike û cotkarên Herêma Kurdistanê dikarin genimê xwe radest bikin û dema radestkirina 44 roj didome û heta 14.07.2022yan bi dawî dibe.

Pêncem: Lijneya meşandina karên projeya bi bazarkirina genim, lipeyçûna berdewam û çavdêrî û serperiştyariya rêrewa karê prsoeya wergirtina genim dike.

Fly Erbil Advertisment