Li Çewlikê erdhej rûda!
Li navçeya Çêrme ya ser bi parêzgeha Çewlik a Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.0 pile erdhej rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Çêrme ya ser bi parêzgeha Çewlik a Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.0 pile erdhej rûda.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD) ragihand, îro di demjimêr 15:49an de li navçeya Çêrme ya Çewlikê, bi hêza 4.0 pile, erdhej qewimî.
Hat ragihandin ku erdhej nêzîkî 4 kîlometre di bin erdê de rûdaye û rewşeke neyênî derneketiye holê.