Li kelha Zêrzevanê çalakiya temaşekirina asîmanan birêve diçe

Kelha Zêrzevanê
Kelha Zêrzevanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê li kelha Zêrzevanê dê di navbera 9 û 12ê Hezîranê de ji aliyê TUBÎTAKê ve Çalakiya Temaşekirina Asîmanan birêve biçe.

Duyemîn Çalakiya Çavdêriya Asîmanan ya Zerzevanê dê li kelha Zêrzevanê ku xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye birêve biçe û dê 4 rojan berdewam bike.  Ji bo ku beşdarî çalakiyê bibin ji Tirkiye û welatên cîhanê zêdetirî hezar kesên meraka asîmanan dikin serlêdan kirine.

Yek ji armanca vê çalakiyê jî ew e ku bala ciwanan bikişînin ser asîmanan. Di çarçoveya çalakiyê de dê semîner, konferans û pêşbirk jî bên lidarxistin. 

Du wezîr jî beşdarî çalakiyê dibin

Çalakî ji aliyê TUBÎTAKê ve tê birêvebirin, lê belê Wezareta Teknolojî û Pîşesazî, Wezareta Werziş û Ciwanan, Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê û Parêzgerî û Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê, Ajansa Geşepêdana Karacadagê û Ajansa Pêşvebirina Geştyariyê ve tê piştgirîkirin.

Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Mustafa Varank û Wezîrê Werziş û Ciwanan Mehmet Muharrem Kasapoglu jî dê beşdarî rêwresma destpêkirina çalakiyê bibin.

Li gorî zanyariyan, ji beriya hezaran salan jî li Kelha Zêrzevanê xebatên temaşekirin û çavdêriya asîmanan dihat kirin.

Perestgeha Mîthras

Kelha Zêrzevanê, di Lîsteya Demkî ya UNESCOyê de ye. Ev kelhe wekî leşkergeha Rojhilat ya Împaratoriya Romayê jî tê zanîn. Di sala 2017an de Perestgeha Mîthrasê hat kişfkirin.  Li gorî baweriya endamên ola Mîthrasê, Mîthras Xwedayê Rojê ye û dikare hemû gerstêrk û stêrkan kontrol bike. Girê ku Kelha Zêrzevanê li ser hatiye avakirin di cîhanê de yek cihên ku lê asîman herî baş tê temaşekirin e.

Perestgehên Mîthras di cîhanê de li gorî cihê stêrkan hatine avakirin û li gorî pisporan, pêwendiyên hemû nîşaneyên civaka Mîthras bi astronomiyê ve hene.

Fly Erbil Advertisment