YENÎ Partî biryara xwe tekez dike: Bêyî demokratîkbûnê Pirsa Kurdan çareser nabe

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê karvedanên biryara YENÎ Partiyê ku dê endaman nedin Komisyona Çavdêriyê didomin. Ligel ku YENÎ Partî û endamên wê radigihînin ku bêyî demokratîkbûnê Pirsa Kurdan çareser naeb û biryara wan di cîh de ye, akademisyen jî didin zanîn ku divê ev biryar wekî ku avakirina hevpaymaniyeke rastgir neyê xwendin.

Li Tirkiyeyê ji aliyekî ve hemû çav ji bo cibicîkirina yaseya çarçoveyê li civîna Desteya Ewlehiya Niştimanî (MGK) ne ji aliyekî din ve di çarçoveya proseya aştiyê de li parlamentoyê amadehiyên ji bo damezrandina Komisyona Çavdêriyê didomin. Lêbelê tevî amadehiyan biryara YENÎ Partiya ku di 18ê Mijdarê eşkere kiribû dê endaman nede Komisyona Çavdêriyê jî bûye cihê nîqaşan. 

Her çiqas rayedarên Tifaqa Cumhur û DEM Partiyê bangî Serokê Giştî yê YENÎ Partiyê Ozgur Ozel bikin ku biryarê jinûve binirxîne û li aliyê aştiyê cîh bigre jî, li aliyê Ozel tu nîşaneyeke paşvekişîna ji vê biryarê nîne.

Endamê YENÎ Partî (Alîkarê Serokwezîr ê Berê) Murat Karayalçin di vî warî de ragihand: “Ev prose ji yên berê cidîtir, berfirehtir û proseyeke ku bêhtir dixebite ye. Lê wekî ku Serokê me yê Giştî jî got, tu eleqeya vê biryara YENÎ Partiyê bi proseya aştiyê re tune ye û dê bandoreke neyînî lê neke.”

Murat Karayalçin herwisa got: “Biryar, ji ber ku pêdiviyên sozên demokratîkbûnê yên hatine dayîn nehatine bicihanîn hat girtin û biryareke rast e. Ji bo aştiyeke mayînde ku em dixwazin, divê biryarên hatine girtin her tim di pratîkê de bên bicihanîn û raya giştî jî bibîne.”

Ozel ragihand ku helwesta wan zelal e; bêyî demokratîkbûnê û pêkanîna rapora hevpar a parlamentoyê, ne Pirsa Kurdan, ne şer çareser dibe û ew ji aştiyê venegeriyane. Akademîsyenek jî tevî ku beşdarî rexneyên YENÎ Partiyê dibe, dide zanîn ku divê wekî avakirina ji bo hevpaymaniyeke rastgir neyê xwendin.

Akademîsyen Mete Kaan Kaynar jî amaje da: “Bi ya min jî bêyî demokratîkbûneke giştî pirsgirêka Kurd çareser nabe. Lê ji ber ku YENÎ Partî niha xwe baş nagihîne hemû aliyan, ne diyar e ka dê vekişîn li Diyarbekir an herêmê çawa bê fêmkirin an dê piştevaniya kêm a Kurdan jî winda bibe.”

Akademîsyenê navbirî eşkere jî kir: “Partiya DEMê partiya sêyê ya meclisê ye; partiyeke berbijêrê desthilatdariyê vê girseyê nade aliyekî û ne rast e ku ev rewş wekî avakirina “hevpeymaniyeke rastgir a bi Partiya Zaferê an partiyeke din re” bê xwendin.”

Di dengdana yaseya çarçoveyê ya 10ê Tebaxê de 35 parlamenterên YENÎ Partiyê denge erê, 54an jî dengê na bi kar anîbûn. Herwiha di Komisyona Çavdêriyê de dê nûnerên AK Partî, MHP, DEM Partî, CHP û Koma Rêya Nû ku komên wan hene cîh bigrin.