Wezareta Samanên Xwezayî: Nirxê benzînê kontrol dikin
Wezareta Samanên Xwezayî welatiyan piştrast dike ku di demeke kurt de nirxê benzînê kontrol dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê welatiyan piştrast dike ku ji bo çareserkirina bilindbûna nirxê benzînê, bi hevahengiya ligel kompanyayan, her rêkarekê digirin ji bo berhemanîna navxweyî û xistina wê di nava bazaran de zêde bikin.
Wezareta Samanên Xwezayî belav kir, Ji encama bilindbûna nirxê benzînê yê cîhanî û pabendnebûna Hikûmeta Iraqê bi şandina para Herêma Kurdistanê ji benzînê bi nirxekî diyarkirî, benzîn giran bûye. Ji bo kontrolkirina nirxê benzînê û li ser rasparsdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Samanên Xwezayî welatiyan piştrast dike ku, bi hevahengiya ligel kompanyayan, her rêkarekê digirin ji bo berhemanîna navxweyî ya benzînê û xistina wê di nava bazaran de zêde bikin.
Diyar kir jî: “Ji bo vê armancê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya darayî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dike, beşeke mezin a risûmat û bacê li ser hawerdekirina benzînê radike û hêsankariyê bi hemû kompanyayên ku benzînê hawede dikin re dike, bi mercê ku bandor li ser kalîteya benzînê û tendirustiya welatiyan neke û bi rênimayên parastina jîngehê re bigunce. Welatiyan piştrast dikin ku di demeke kurt de, nirxê benzînê kontrol dikin.”