Nazim Zehawî daxwaza destvekişandina Boris Johnson dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nazim Zehawî piştî du rojan ji destbikarbûna wî wek Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê, îro daxwaza destvekişandina Serokwezîr Boris Johnson dike.

Nazim Zehawî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ji bo raya giştî belav kir û tê de got: “Ji bo min, her dem Brîtanya giring e. Dema ji min hat xwastin bibim şêwirmend, min ji bo dilsoziya bo welat kar wergirt, ne ji bo kesekî.”

Her wiha Zehawî di peyama xwe de daxwaz ji Boris Johnson kir ku ji bo wî û Partiya Parêzgaran û hemû welat, destê xwe ji kar vekişîne.

Ev yek piştî pêleke destjikarkişandina wezîran di hikûmeta Johnson de tê, ku ji pêr 5ê Tîrmehê ve 9 wezîran dest ji postên xwe berdane. Di dema ku Serokwezîr red kir ku dev ji posta xwe berde.

Vê sibê jî, Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Îrlandaya Bakur Brandon Lewis, Wezîra Xezîneyê Helen Whiteley, Wezîrê Dewletê ji bo Ewlekarî û Sînor Damian Hinds, Wezîrê Mûçeyan Guy Opperman, Wezîrê Zanist û Lêkolînê George Freeman û, Wezîra Perwerdeyê Michelle Donelan dest ji kar vekişandin.

Di nava 48 demjimêrên borî de jî, zêdetirî 54 wezîr, wezîrên dewletê û alîkarên wezîran û hejmareke mezin ji rayedarên payebilind dest ji karê di hikûmeta Johnson de vekişandin.

Zehawî roja Sêşemê piştî Wezîrê Darayî Rishî Sunak û Wezîrê Tendirustiyê Sajid Javid dest ji kar vekişandin, Nazim Zehawî ji bo wan her du wezaretan hat destnîşankirin.

Nazim Zehawî di sala 1967an de li Bexdayê di malbatek Kurd de jidayîk bûye û berî bibe Wezîrê Darayî, çend postên din ên bilind di hikûmeta Brîtanyayê de wergirtibûn.